Ji Hizbullahê şertê agirbestê
Çavkaniyek nêzîkî Hizbullahê diyar kir ku agirbest divê "azadiya tevgera bêsînor" li Lubnanê nede hêzên Îsraîlê û anî ziman ku heta dagirkerî hebe wê mafê wan ê berxwedanê berdewam bike.
Çavkaniyek nêzîkî Hizbullahê diyar kir ku agirbest divê "azadiya tevgera bêsînor" li Lubnanê nede hêzên Îsraîlê û anî ziman ku heta dagirkerî hebe wê mafê wan ê berxwedanê berdewam bike.
Çavkaniyek payebilind ê Hizbullahê ji Al Jazeera Arabic re axivî û diyar kir ku agirbesta di rojevê de divê rê nede hêzên Îsraîlê ku li ser axa Lubnanê bêsînor tevbigerin.
Çavkanî wiha got, “Nabe ku agirbest me bibe beriya 2’yê Adarê û azadiya tevgerê nede dijmin.”
Çavkanî destnîşan kir ku heta hêzên Îsraîlê hebûna xwe li ser axa Lubnanê bidomînin, wê mafê wan ê berxwedanê berdewam bike û wiha berdewam kir: "Heta ku dagirkerî li ser axa me berdewam bike, mafê Lubnan û gelê wê heye ku bi her awayî li ber xwe bidin.”
Her wiha Serokê Meclisa Lubnanê Nebîh Berrî di daxuyaniyek nivîskî de bang li gelê Lubnanê kir ku heta di çarçoveya peymana agirbestê de rewş zelal bibe vegera xwe ya bajar û gundan paşde bixin.”